Barzaniyê ku dijî avahiya wî bi ÎHAyê êrîş hat kirin: "Ev ji bo tevahiya Iraqê geşedaneke xeternak e"
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî êrîşa dijî avahiyê bi tundî şermezar ki. Mihafizên Şoreşê jî êrîşa bi ÎHAyê ya dijî avahiya Serokê HKIyê Barzanî şermezar kir.
Baghdad
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ku êrîşa dijî avahiya wî hat kirin mijareke şexsî nîne û pêngavên bi vî awayî ji bo Iraqê geşedanên "gelekî xeternak" in.
Barzaniyê ku dijî avahiya wî ya li wilayeta Dihokê bi wesayîta asîmanî ya bêmîrov (ÎHA) a kamîkaze êrîş hat kirin der barê mijarê da daxuyanî da çapemeniya herêmî.
Barzanî got ku "Ev mijareke şexsî nîne, mijar şexsê min nîne. Ev ji bo tevahiya Iraqê geşedaneke xeternak e."
Barzanî destnîşan kir ku "komên dereqanûnî" karîn ku êrîşî avahiya Serokê HKIyê bikin û mafê vê yekê di xwe da dîtin û ev yek "gelekî xeternak e" û got ku "Demildest piştî qewimîna bûyerê Serokwezîrê Iraqê (Mihemed Şiya) es-Sûdanî têlefon kir, fikara xwe anî ziman û êrîş şermezar kir. Hikûmeta federal divê êdî di vê mijarê da pêngaveke gelekî cidî biavêje."
Barzanî diyar kir ku divê kesên ku teşebûsa çalakiyên dereqanûnî yên bi vî awayî dikin divê hesabê bidin û got ku "Hin komên dereqanûnî di xwe da mafê êrîşkirina saziyên dewleta Iraqê dibînin, ev rewşeke gelekî xeternak e. Ev sazî li Hewlêrê jî, li Bexdayê jî yan jî li cihekî din jî be heman e. Hikûmeta Iraqê divê der barê vê da sînorek deyne."
- Dijî avahiya Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî bi ÎHAyê êrîş hat kirin
Hat ragihandin ku dijî avahiya li Dihokê ya Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi wesayîta asîmanî ya bêmirov (ÎHA) êrîş hat kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê dijî avahiya Barzanî ya li Dihokê bi ÎHAyê êrîş hat kirin.
Di daxuyaniyê da der barê hûrgiliyên êrîşê da agahî nehatin dayîn û hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî û Barzanî bi têlefonê axivîn.
Sûdanî di axaftinû da êrîşa dijî avahiyê bi tundî şermezar kir û pesna helwesta Barzanî ya ji bo yekîtiya neteweyî û ji bo xurtkirina piştevaniya di navbera hemû Iraqiyan da.
Serokwezîr Sûdanî her wiha telîmat da ji bo ku bûyer ji hemû aliyan va bê lêkolînkirin, kiryar bên tesbîtkirin û der heqê wan da miameleyên qanûnî bidin destpêkirin bila ekîbeke teknîl û ewlehiyê ya ku ji hikûmeta federal û yekîneyên ewlehiyê yên girêdayî HKIyê pêk tê bê avakirin.
Sûdanî destnîşan kir ku dê destûrê nedin tu aliyên herêmê û navneteweyî yên dereqanûnî yên hewl didin ku Iraqê bixin nav pevçûnên li herêmê û diyar kir ku ji bo parastina desthilatdarî, ewlehî û îstiqrara welêt dê hemû derfet bên seferberkirin.
- Mihafizên Şoreşê jî êrîşa bi ÎHAyê ya dijî avahiya Serokê HKIyê Barzanî şermezar kir
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê (AMŞ) ragihand ku êrîşa ku bi ÎHAyê dijî avahiya Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hat kirin şermezar dikin.
Li gor çapemeniya Îranê Artêşa Mihafizên Şoreşê der barê êrîşa dijî avahiya Nêçîrvan Barzanî da daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Êrîşa ku dijî avahiya Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hat kirin wekî çalakiyeke terorê ye ku ji hêla dijminan va hatiye kirin. Mînakên wekî vê êrîşê di demên dawîn da di êrîşên dijî rayedarên Îranî da jî tên dîtin. Mihafizên Şoreşê êrîşên terorê yên bi vî awayî şermezar dike."
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê da hatibû ragihandin ku dijî avahiya Barzanî ya li Dihokê bi ÎHAyê êrîş hat kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
