Dinya

Îran: Sitargehên eskerên Amerîkayê li Dubaiyê bi moşekan hatin bombebarankirin

Ahmet Dursun  | 28.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Îran: Sitargehên eskerên Amerîkayê li Dubaiyê bi moşekan hatin bombebarankirin

Ankara

Îranê îdia kir ku sitargehên eskerên Amerîkayê li Dubaiyê hatine dîtin û bi moşekan hatine bombebarankirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Nîvfermî ya Îranê Farsê, Lîwa Îbrahîm Zulfîqariyê Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xetamul Enbiya ya Yekîneya Hêzên Çekdar yên Îranê ku operasyonên şer pêk tîne, li ser vê mijarê daxuyanî da.

Zulfîqarî di daxuyaniya xwe da îdia kir ku eskerên Amerîkayê ji ber êrîşên dubare yên li ser baregehên wan yên li herêmê ji baregehên xwe koçî otêl yan jî sitargehan kirine û wiha got, "Di saetên dawî da 2 sitargehên ku eskerên Amerîkayê li Dubaiyê lê xwe vedişartin hatine dîtin. Ya yekem zêdetirî 400 kes û ya duyem jî zêdetirî 100 kes tê da bûn. Herdu cihan jî di êrîşên ku ji hêla eskerên wêrek yên Hêza Hewayî û Deryayî ya Pasdarên Şoreşa Îranê va bi moşekên hesas û firokeyên bêpîlot va hatine bombekirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın