Dinya

Ciwanên Bexdadî bi Tekvandoyê ji şewba Kovîd-19ê ra meydanê dixwînin

Li Bexdaya paytextê Iraqê komek werzişvan li derva Tekvandoyê dikin û ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ra meydanê dixwînin.

İbrahim Atmaca  | 13.08.2020 - Rojanekırın : 20.08.2020
Ciwanên Bexdadî bi Tekvandoyê ji şewba Kovîd-19ê ra meydanê dixwînin

Baghdad

Li Bexdaya paytextê Iraqê komek werzişvan li derva Tekvandoyê dikin û ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ra meydanê dixwînin.

Li Bexdaya ku Kovîd-19 lê zêde bûye, komeke ku ji jin û mêran pêk tê, saetek beriya roj here ava li Parka Ebu Nuasê werzişa bi navê "Kiyokoşingay"ê ku weke cureyeke Tekvandoyê tê zanîn, dikin.

Tekvandohezên Bexdadî bala ciwanên ku qeraxê Çemê Dîcleyê ra derbas dibin jî dikşîne. Kesên ku ji rê ra derbas dibin, him temaşe dikin, him wêneyan dikşînin.

Perwerdekar Nebîl Dawud der barê vê spora ku dikin da agahî da nûçegihanê AAyê.

Dawud diyar kir, ev spor tê wateya "rastiya mutleq" û ev cureyeke werzişa qewetê ye, divê kesê ku vê werzişê dike jî xurt be.

Dawud got, "Qasek be jî ciwan dixwazin ji atmosfera tengezar a ji ber şewba vîrusa koronayê dûr bikevin û wiha dewam kir:

"Werzişa me di heman demê da konsantrasyonê jî li merivan ferz dike. Ciwan bi kiyokoşingayê ji neyêniyên her qadên jiyanê û tesîra negatîf xelas dibin. Ji ber vîrusê kes naçe salonên sergirtî. Ji ber vê jî demek em perwerdeya xwe li derva, li Parka Ebu Nuasê dikin. Di meha cotmehê da li Tirkiyeyê pêşbaziya Ewropayê wê were lidarxistin û em ji bo wê pêşbaziyê amade dibin."

Dawud daxuyand ku ji werzişvanên jin kesek li Azerbeycanê di pêşbaziya navneteweyî da bû duyemîn.

Li tevahiya welêt rojane jimara pêketiyan ser 3 hezarî ra ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın