Serokkomar Erdogan: Em ê bibin dengê Dewleta Filistînê ya azad û serwer
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, di Lijneya Giştî ya 81ê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de xîtab kir.
22 Îlon 2026•Rojanekirin: 22 Îlon 2026
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, di Lijneya Giştî ya 81ê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de xîtab kir.
Serokomar Erdogan wiha axivi:
Serokdewletê Filistînê Birêz Ebas du sal e li ser hev li vê hêwanê cî nagire. Ev neheqiya dijî birayên me yên Filistînî wijdanan birîndar dike.
(Lijneya Giştî ya NYyê) Herçiqas Birêz Ebas bixwe ne li vir be jî em ê wek par îsal jî bibin dengê Dewleta Filistînê ya azad û desthilatdar.
Ez îro car din hemû dewletên ku hê Dewleta Filistînê nas nekirine dawet dikim ku vê biryara xwe binirxînin.
Xeze îro ne tenû goristana zarokan a herî mezin a dinyayê ye, di heman demû da herêma ku li dinyayê herî zêde zarokên ampute lê hene Xeze ye.
Xeze kampa komkirinê ya herî ji mirovahiyê dûr, herî şermê dide ya serdema me ye.
Li Şerîaya Rojava heyama herî giran a terora niştecihan diqewime. Li Qudsê nahêlin ku misilman û xiristiyan bikevin mekanên xwe yên pîroz.
Li pêşberî me zihniyeteke komkujer a ji kuştinê têr nabe heye. Tu kesê saf û xwedî wijdan ên dilê wî da mirovahî, merhamet hebe çavên xwe hember vê dîmenê nagire.
Konseya Ewlehiyê teqez divê li gor "prensîba Dinya ji 5an mezintir e" bê reformekirin.
Kesên li Filistînê, li Libnanê, li Sûdanê hêviya xwe bi NYyê girê dan hêvî şiketî bûne.Rojek her kes dê mecbûr bimîne ku xwe bispêre wijdana hevpar a mirovahiyê.
(NY) Em qebûl bikin ku pêkhateyeke ku îradeya zêdetirî 190 welatî girêdayê kêfa 5 welatan e ne adile ne jî dikare pêbaweriyeke tam tesîs bike.