Peyka CBERS-4 ya ku bi hevkariya Çîn û Brezîlyayê hat çêkirin şandin fezayê.
Ajansa Şînhuayê di nûçeya xwe de got ku Peyka CBERS-4 ya ku bi hevkariya Çîn û Brezîlyayê hat çêkirin di saet 11.26an de şandin fezayê.
Hat ragihandin ku ev peyk peyka 200emîn e ku bi roketê ve şandine fezayê.
Di navbera Çîn û Brezîlyayê de ji bo lêkolînan di 1988an de bernameya peykê ya bi navê CBERSê hatibû destpêkirin.