Îranê, îdiayên ku êrîşên hewayî bir ser mewziyên DÎŞIyê yên li Iraqê, derewand.
Li gor nûçeya ÎRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê. erkdarekî ji Wezareta Karên Derve daxuyanî da û got ku Îranê êrîşên hewayî nebir ser mewziyên DÎŞIyê yên li Iraqê; lê heke ku Iraq daxwazeke wiha bike, amadene ku vê telebê bi cih bînin.
Serokê Meclisa Îranê Alî Larîcanî jî roja înê li Pakistanê daxuyanî dabû rojnamegeran û li vir ev îdia bi tundî derewandibû û wiha gotibû: "Me ne êrîşên hewayî bir ser Sûriyeyê ne jî em bi hêzeke din re bûn yek û me êrîş bir ser herêmekê din."