HEWLÊR
Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Yûsif Mihemed Sadiq got: "Heke Bexda mafên me nede em ê herin referandumê."
Sadiq der barê îdiayên 'Herêma Kurdistanê wê xweser bibe' de ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Herêma Kurdistanê heta niha stratejiyeke ku di nav sînorên Iraqê de bimîne dişopîne. Lê heke li gor Zagona Iraqê tevnegerin, hikûmeta Bexdayê mafên kurdan yên ku di qanûnê de hene binpê bike rewşê biguhere. Kurd wê demê wê bi tercihên din bikin. Di rewşeke wiha de Herêma Kurdistanê ji bo xweseriyê wê here referandumê."
Sadiq daxuyand ku Herêma Kurdistanê ji bo ku zagona xwe ava bike gavên girîng avêtine û wiha got: "Komên partiyan ên li parlementoyê li ser pêşnûmayê dixebitin. Heta meha tebaxê ya 2015an metnê zagonê wê bê amadekirin."
Sadiq got ku ew girîngiyê didin têkiliyên Tirkiye û welatên ciran ên din û ji ber vê jî ziyaretan dikin û gavên hevkariyê diavêjin.
Sadiq behsa pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha axivî: "Em ji dil dixwazin ku pêvajo bi aştiyê bê çareserkirin. Çareserkirina pirsgirêka kurd ve têkiliyên Herêma Kurdistanê û yên Tirkiyeyê wê pêş ve herin. Em hêvî dikin ku di demeke kurt de pêvajoya çareseriyê bigihêje armanca xwe."