ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Çiraganê beşdarî civîna Lijneya Giştî ya Asayî a 9emîn ya Komeleya Karsazên Şêrên Anadoluyê (ASKON) bû û li wir axivî.
Erdogan li wir ji ber sekn û tevgera ASKONê spasiya karsazan kir û wiha got: "Ji ber ku we li hember neheqiyê bejna xwe netewand, we her tim heq parast, ji ber ku we tu caran tawîz nedan ez yek bi yek we pîroz dikim. Xwedê ji we razî be."
Serokomar Erdogan got ku hişmendiya derbeyê hê neguheriye û wiha axivî: "Hişmendiya 27ê gulanê, ya 12ê îlonê û 28ê sîbatê mixabin hê bi tevahî ji holê ranebûye."
Erdogan behsa bûyerên Misrê, Ferguson û Arîzonayê kir û kesên behsa demokrasiyê dikin rexne kir. Erdogan got ku li van deran bûyer diqewimin lê dengê wan dernakeve.
Serokomar Erdogan behsa bûyerên Geziyê kir û got ku yên li wir dengê xwe bilind dikirin çima li Yalovayê li hember birîna daran bê deng in. Erdogan wiha axivî: "Yên li Yalovayê ne dar in? Yê ku li Kadikoyê dest pê kir û heta Taksîmê hat, li wir cihê 12 daran hat guhertin, nehatin birîn. Lê yên Yalovayê hatin birîn. 250yî zêdetir dar hatin birîn. Ma ew ne dar bûn? Ka tu li ku yî? Ka yên hawirdor diparastin? Ka yên li Taksîmê dimeşiyan? Hûn li ku ne?"
Erdogan got ku partiyên muxalefetê ji hêla terorê, kasetan û qeydên deng ên telefonên ve ten şantajkirin, lê nikarin heman tiştî li partiya gel bikin.
- "Ez ne wek serokomarên din ên ji rêzê me"
Erdogan got ku yên ku di 17 û 25ê çileya pêşîn de nikaribûn dest bidin ser îradeya gel vê carê di 6 û 7ê cotmehê de Kobanê hincet nîşan dan û dîsa bi ser neketin.
Serokomar Erdogan got ku ew ne wek serokomarên din ên ji rêzê ye û wiha axivî: "Dibêjin li Tirkiyeyê hemû cimaet, weqf, komale û tevger wek hedef tên nîşandan. Dixwazin dereweke wiha belav bikin. Dibêjin li Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî biryarên wiha tên hildan. Ez li vir bi eşkere dibêjim kîjan rêxistin û sazî ewlehiya me ya neteweyî tehdît bike, xiyanetê welat bike di Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî de li ser tê axaftin û tên tasfiyekirin. Hinek dibêjin serokomarê gelo bersivê bide van? Ez ne wek serokomarên din ên ji rêzê me, ne wisa bûm û ez ê ne wisa bim jî."
- Girtina partiyên siyasî
Erdogan behsa girtina partiyên siyasî jî kir û wiha axivî: "Di sala 2010an de me dema pakêta zagonê ya 26 madeyî derxist muxalafeta sereke, MHP û BDPyê salon terk kirin. Hinek parlemeterên ji partiya me jî guh dan wan û 330 ray derneket. Heke wê demê em bigihîştana 330 rayan, îro behsa girtina partiyên siyasî wê nehata kirin. Yên ku wê rojê meclis terikandin niha hûn dizanin ew li ku ne."
Erdogan got ku wan xwestiye ku benda hilbijartinê jî holê rakin an daxin 5an lê kesî qebûl nekiriye.
- "Em ê destûrê nedin ku hunermendên me bên lînçkirin"
Serokomar behsa stranbêj Yavuz Bîngol ê ku di resepsiyona 30ê tebaxê de bi hev re stran gotin jî kir û wiha axivî:
"Me bi hev re strana Yêmenê got. Wî Xwedayo. Tiştek nema ku ji wî re bibêjin. Çima ku beşdarî civîna pêvajoya çareseriyê bû tiştek nema li wî nekirin. Niha jî çi ji destê wan tê bi kar tînin û dixwazin wî lînç bikin. Çima? Dibêjin 'Wey tu çawa li rex Serokomar Tayyîp Erdogan disekinî? Çima tu li cem wî wêneyan dikşînî?' Ma zêhneke wiha dibe? Ka we qedrê hunerê dizanibû? Ka we piştgirî dida hunermendan? Ma hemû hunermend mecbur in ku wek we bifikirin? Mehkûmê we ne? Tiştekî wiha dibe? Dema ku tiştekî ku hûn jê hez nakin bibêjin hûnê bibêjin ew ne baş e? Zêhna wan wiha ye. Nêrîna wan wiha ye. Ji bo nivîskar Alev Alatli û ji bo gelek hunermend, rojnamevan û mutefekiran heman tiştî dikin."