Faruk Hanedar
18 Sibat 2025•Rojanekirin: 18 Sibat 2025
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji bilî 5 xalan ji başûrê Lubnanê herêma ku dagîr kiriye, vedikişe.
Di nûçeya KANa televizyona dewletê ya Îsraîlê da hat gotin ku ewê artêşa Îsraîlê bi sedema rêgirîkirina jinûva çalakbûna Hîzbullahê, li 5 qereqolên sitratêjîk ên ku li başûrê Lubnanê danîbûn, dagîrkeriya xwe bidomîne.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê ku bi biryar bû heta 18ê Sibatê dagîrkeriya xwe ya li Lubnanê bi dawî bîne, duh şevê dest bi vekişîna ji herêmên ku esker lê bi cih kiribû, kir.
Fermandariya Bakur a Artêşa Îsraîlê îdia kir ku ew seranserê 2 meh û nîvan e li başûrê Lubnanê çalak bûne, li ser xeta temasê, ketine hemî avahiyan, lêgerîn di wan da kirine û çek îmha kirine.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da jî hat ragihandin ku heta ji wê yekê piştrast bibin ku Hîzbullah li wê herêmê fealiyetê nîşan nade, ewê li 5 qereqolên li başûrê Rûbarê Lîtaniyê, bê sînordarkirina demê li wê derê bimînin.