Dinya

"Amerîka bi hinceta tehdîda DEAŞê dixwaze li Iraqê bimîne"

Qays el-Xezaliyê pêşengê Hereketa Ehlê Heqê ya Asaîbê ku di bin banê Heşda Şebî da ye, îdia kir ku li wilayetên Kerbela û Salahaddînê di revandina sivîlan da tiliya Amerîkayê heye

20.02.2019 - Rojanekırın : 21.02.2019
"Amerîka bi hinceta tehdîda DEAŞê dixwaze li Iraqê bimîne"

Istanbul

ÎSTANBUL

Li Iraqê Qays el-Xezaliyê pêşengê Hereketa Ehlê Heqê ya Asaîbê ku di bin banê Heşda Şebî da ye, diyar kir Amerîka bi hinceta ku tehdîda DEAŞa rêxistina terorê wê cardin derkeve holê dixwaze li welêt bimîne.

Xezaliyê ku di nav Heşda Şebî da wek berpirsê şaxa "radîkal" jî tê zanîn, li ser hesabê xwe yê twitterê bersiv da daxuyaniyên duh ên Joey Hoodê meslehetguzarê Amerîkayê yê li Iraqê.

Xezalî gotinên Hood yên heta ku alîkariya şêwirmendên eskerî yên biyanî nebe hêzên Iraqî nikarin ewlehiyê pêk bînin bi bîr xist û got ku ev daxuyanî ji bo hêzên Iraqî weke heqaretê ye.

Xezalî diyar kir, piştî Amerîkayê biryar da ku wê hêzên xwe ji Sûriyeyê bikşîne û şûnda, Amerîka li ser gotinên ku tehdîda DEAŞê wê cardin çêbe, disekine û wiha dewam kir, "Amerîka bi hincetan va dixwaze hebûna xwe ya li Iraqê dirêj bike."

Xezalî îdia kir ku li wilayetên Kerbela û Salahaddînê di revandina sivîlan da tiliya Amerîkayê heye.

Hoodê meslehetguzarê Amerîkayê yê li Iraqê duh li paytext Iraqê civîna çapemeniyê li dar xistibû û wiha gotibû, "Heke hikûmeta Iraqê bixwaze hêzên me (Amerîka), koalîsyona navneteweyî û hêzên NATOyê wê ji welêt vekişin."

Hood diyar kiribû ku li Iraqê tenê şewirmendê eskerî û perwerdekar hene û îdia kiribû ku tu baregehên eskerî yên Amerîkayê li welêt nemane.

Rayedarê Amerîkayî gotibû ku nêzî 5 hezar û 200 eskerên Amerîkayê yên ku li Iraqê wezîfeyê dikin, bi hêzên Iraqî ra hereket dikin û îdia kiribû heta ku alîkariya şêwirmendên eskerî yên biyanî nebe hêzên Iraqî nikarin ewlehiyê pêk bînin û nehatine astekê.

Piştî Hood Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî daxuyanî dabû çapemeniyê û gotibû ku li welatê wî baregehên eskerî yên biyanî tuneye, ji bo rewşa hêzên Amerîkayî vê gavê tu guhertin tuneye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın