Dinya

"Di têkoşîna dijî DEAŞê da rêbazên me wê biguherin"

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo: "DEAŞ adapte bibe emê jî bibin. Em tehdîda ku ji terora Îslamî tê fêm dikin. Serok Trump jî bi biryar ji vê fêm dike. Em bi biryar in ku li cihên ku ew lê ne li hemberî wan şer bikin"

Türkan Tosun  | 20.02.2019 - Rojanekırın : 21.02.2019
"Di têkoşîna dijî DEAŞê da rêbazên me wê biguherin"

Ankara

ANKARA

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo daxuyand li hember DEAŞa rêxistina terorê ewê serî rêbazên nû bidin û wiha got: "Ji bo ku alîkariya me bikin emê hêzên herêmî bi kar bînin."

Pompeo daxuyanî da têlevizyona dewletê ya Îzlandayê ya bi navê RUVê û der barê DEAŞê û rewşa dawîn a li rojhilatê Ferata ya Sûriyeyê da axivî.

Pompeo got li Sûriyeyê bi saya hêzên herêmî, şirîk û hevkarên Amerîkayê li hemberî DEAŞê têkoşîneke baş hatiye kirin, lê karê wan hê neqediyaye.

Wezîr Pompeo got ewê di têkoşînê da rê û rêbazên xwe biguherînin û wiha axivî: "DEAŞ adapte bibe emê jî bibin. Em tehdîda ku ji terora Îslamî tê fêm dikin. Serok Trump jî bi biryar ji vê fêm dike. Em bi biryar in ku li cihên ku ew lê ne li hemberî wan şer bikin. Ne bi tenê li hemberî Amerîkayê li hemberî mutefîqên me jî rîska wan heye û em bi biryar in vê rîskê kêm bikin."

Pompeo got ji bo vê têkoşînê ne hewce ye "2 hezar, 4 hezar an jî 14 hezar esker" li wir bimînin û wiha dewam kir: "Ji bo ku alîkariya me bikin emê hêzên herêmî bi kar bînin."

- " Îran tehdîda herî mezin e"

Der barê Îranê da jî Pompeo got li Rojhilata Navîn Îran tehdîda herî mezin a ewlehiyê ye û divê li hemberî wê têkoşîn bê dayîn û wiha dewam kir: "Amerîka di vê mijarê da bi biryar e. Kampanyaya zextê xwedî armancekê ye ew jî ev e; ji bo ku Qasim Silêmanî, (Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî) û (Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad) Zerîf çalakiyên terorê nekin divê hêza wan bê pûçkirin. Ew sponsorên terorê yên herî mezin ên dinyayê ne."

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson jî pirsa nûçegîhanê AAyê ya "Perçeyê herî dawîn jî ji destê DEAŞê hat hildan, Amerîka ji Sûriyeyê vedikişe, gelo hûnê çekên ku we dabûn YPGyê paşve hildin?" wiha bersivand: "Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) di têkoşîna dijî DEAŞê da hevkarekî baş û pêbawer bû. Me gotibû çekên ku me dane HSDyê wê sînorkirî bin, li gor wezîfeya taybet bin û li dijî DEAŞê wê bên bikaranîn. Rizgarkirina bakurê rojhilat ê Sûriyeyê hindik maye temam bibe, lê hê gelek kar hene divê bên kirin. Dema ew axên hatine hildan paqij bikin û nehêlin DEAŞ cardin derkeve holê emê piştgiriyê bidin hevkarê me HSDyê."

Amerîka ji sala 2015an vir va bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê piştgiriya eskerî dide YPG/PKKyê. Her çiqas DEAŞ li rojhilatê Feratê ji axa herî dawîn jî hatibe derxistin Amerîka dîsa ji bo ku alîkariya YPG/PKKyê bike hincetan nîşan dide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.