20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
KOPENHAG
Cezayên 4 kesên ku di adara derbasbûyî da bi molotof kokteylan êrîşî Balyozxaneya Tirkiyeyê li Kopenhagê kirin, diyar bûn.
Di danîşîna li Dadgeha Bajarê Kopenhagê da Dadger Elisabeth Larsenê biryar xwend û got ku ji 4 berşikên ku temenê wan di navbera 19-24 saliyê da ne, jê ji 3yan ra ji her yekî ra salek û 9 meh, ji yê mayîn ra jî salek û 6 meh cezayê hebsê hat birîn.
Larsenê herwisa got ku der heqê berşikan da bi awayekî yekdengî ew biryar jî hat dayîn ku ji welêt bên dersînorkirin. Li gorî cezayê ku hat ragihandin, berşik heta 12 salan nikarin bikevin nava sînorê vî welatî. Dîsa ji bo berşikên ku ji 26ê adara derbasbûyî vir va girtî ne, biryara dewamkirina halê wan ê tewqûfbûyî hat dayîn.
Ji bo biryarê jî ew sedem hat destnîşankirin ku berşik di çarçoveya nêrîneke polîtîk da organîze tevgeriyan û xwestin ku Balyozxaneya Tirkiyeyê li Kopenhagê bişewitînin.
Hat diyarkirin, ji bo ku êrîşî Balyozxaneya Tirkiyeyê li Kopenhagê bikin, berşikan bi xwe ra 7 molotof kokteyl anîn û ji van teqemeniyan dudu jê jî li nêzîkî cama bînayê ketin ku ev jî nîşaneya wê yekê ye ku armanca êrîşkaran, sotandina balyozxaneyê ye.
Tê pêşbînîkirin ku parêzerên berşikan dê dijî biryarê derkevin.
- Bûyer
Par 4 êrîşkarên nêzîkî rêxistina terorê PKK/PYDyê yên bi eslê xwe Sûriyeyî çalakî li dar xistibûn û bertek nîşanî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Tirkiyeyê par li Efrînê li dar xist û aramî ediland, dan. Êrîşkaran di 19ê Adara 2018an da destê sibê molotof kokteylan êrîşî Balyozxaneya Tirkiyeyê li Kopenhagê kiribûn.
Danîşîna doza ku êrîşkar ji 26ê adara derbasbûyî vir va tefqûfkirî tên darizandin, di berfanbarê da dest pê kiribû.