Haydar Şahin
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
ANKARA
Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê got helwesta ku Amerîka ji bo kuştina Cemal Kaşikçi nîşan dide û transfera teknolojiya nukleerê ya ji Erebistana Siûdî ra durûtiya Amerîkayê rayê dide.
Zerîf li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û ji ber ku teknolojiya nukleerê transferê Erebistana Siûdî dike bertek nîşanî Amerîkayê da.
Zerîf Amerîka bi durûtiyê sûcdar kir û wiha got:
"Ya ku ji bo bi eşkeretî li holê bû nika ji bo dinyayê jî eşkere dibe û derdikeve holê. Derdê Amerîkayê ne mafên mirovan ne jî bernameya nukleerê ye. Pêşiyê rojnamevanê cesedê wî hatibû parçekirin nika jî bi dereqanûnî teknolojiya nukleerê difroşe Erebistana Siûdî ev jî durûtiya Amerîkayê nîşan didin.
- Ji ber transfera teknolojiya nukleerê ji bo Trump lêpirsîn
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di 12ê sibatê bi saziyên li ser hêza nukleerê dixebitin ra civiyabû û di civînê da ji bo teknolojiya nukleerê transferê Erebistana Siûdî bikin bi wan a axivîbû.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê jî li ser vê pîlana Trump lêpirsîn dabû destpêkirin.