Fecri Barlık
27 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2022
Rêya Eruh-Sêrtê ji ber berfê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Di daxuyaniya Walîtiya Sêrtê da hat diyarkirin ku li herêma Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Gorendoruka Eruhê barîna berfê û bager dewam dike.
Ji ber vê rêya Eruh-Sêrtê a li ser rêbejaya Sêrt-Şirnexê hat girtin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa Sêrtê ya 94an a Rêbejayê li herêmê dixebitin û ew ê rê vekin.
4 kesên di 3 wesayîtan da li texma Girê Birîniyê yê li ser rêbejaya Sêrt-Şirnexê di rê da man.
Ekîbên rêbejayê yên gihîştin herêmê wesayît û rêwî xilas kirin.
Ekîban welatî anîn navçeyê.