İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
24 Nîsan 2024•Rojanekirin: 25 Nîsan 2024
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, li pêşiya avahiyê bajêr ê DEM Partiyê çalakiya rûniştinê kir.
Malbatên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.
Malbatên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr ya DEM Partiyê kom bûn, pankartên bi nivîsên "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ewladên me berdin" vekirin.
Dê û bavên ku hesretî zarokên xwe ne, bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Gulbahar Tekera beşdara çalakiyê got ew heta negihêjin zarokên xwe ew ê nobeda xwe bidomînin.
Tekerê bal kişand ku daxwaza wan tenê ew e, ewladên wan vegerin û wiha dewam kir, "Em ji wan natirsin. Bira zarokên me bidin me. Êdî bes e dê û bav digirîn. Zarokên wan li ku ne, yên me li ku ne. Em nizanin ka zarokên me sax in yan na. Heya kesek jî li çiyê bimîne, em ê di çalakiya xwe da berdewam bin."
Şemsettin Ozcan diyar kir ku kurê wî 7 sal ber hat revandin û bo rêxistina terorê PKKyê hat teslîmkirin û wiha dewam kir, "Heya zarokên me nedin, destê me dê li pêsîra wan be. 7 sal e min tu xeber ji kurê xwe nesitandiye. Ma zarokê we rojekê neyê mal, hûn ê çi bikin. Em heta negihêjin zarokên xwe, em ê vir neterikînin."