Haci Mehmet Taşkinê ku li taxa sîtelerê dijî, daîre û kargehek ji bo 8 malbatên Sûriyeyê ku ji 70 kesî pêk tên û merivê hev in, amade kir. Di 8 malbatan de bi tevahî 45 zarok hene.
Taşkin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cihê ku malbat tê de ne berê ji bo qursa Qur'ana Pîroz bi kar dianî. Piştî ku li Kobanêyê pevçûn derket, ji bo 8 malbatên ku ji şer reviyan amade kir.
Taşkin got ku 5 meh e malbat li vira dijîn û heta ji destê wî tê alîkariyê dide wan. Gelek pêdiviyên malbatê ji aliyê ÎHHyê tên dîtin. Taşkin wiha dewam kir: "Ez van mirovan bi wesayîta xwe dibim nexweşxanê. Dewleta me jî doxtor û derman dide. ÎHH jî cil û bergên zivistanê dide wan.
"Em ji bo mazûvaniya Tirkiyeyê minetdar in"
Ehmed Mihemedê sûriyeyî got ku li gundê Lehîneya 25 kîlometre dûrî Kobanê bi cotkariyê debara xwe dikir. Piştî şer bi malbata xwe reviya û hat Tirkiyeyê. Mihemed got: "Em ji bo mazûvaniya Tirkiyeyê minetdar in."