Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 23 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitendin, herêm di tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê da ye, hewayê ewrsayî û sayî be, destê sibê û êvarê cemedê çêbe û li bendê ne ku mij jî derkeve.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Bidlîsê 0, li Hekariyê 2, li Wanê 3, li Agiriyê di bin sifirê da 23, li Erdexanê di bin sifirê da 22, li Qersê di bin sifirê da 15, li Erziromê di bin sifirê da 13, li Ezircanê di bin sifirê da 12, li Mûşê di bin sifirê da 8, li Îdirê di bin sifirê da 6 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin li herêm bi roj germahiya hewayê li Îdirê 8, li Wanê 4, li Hekariyê 3, li Qers û Bidlîsê 1, li Erziromê di bin sifirê da 1, li Ezircanê di bin sifirê da 4, li Erdexanê di bin sifirê da 5, li Mûşê di bin sifirê da 7 û li Agiriyê jî di bin sifirê da 8 pile be.
Qalindahiya berfê li, Bidlîsê 65, li Mûşê 25, li Hekariyê 20, li Wanê 17, li Erdexanê 15, li Agiriyê 12, li Erziromê 9, li Qers û Ezircanê 4, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 80, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 75, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 45, li Ergana navenda xweşiqitandinê 12, li Çiyayê Kopê 51 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî da welatiya ku bira ji bo palên ku berf zêde heye baldar bin, dibe ku aşît bikeve û bê tevdîr dernekevin rê.