03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Ji bo Diyarbekir, Şirnex, Batman, Sêrt û Şanliûrfayê hişyariya qerm û cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê bi şev berf û şilopeyê bibare.
Li gor texmînê li herêmê cihên bilind, navçeyên bakur yên Diyarbekir, Batman û Şanliûrfayê, li derdora Sêrt û Şirnexê berfê cî bi cî gur bibare.
Dibe ku li van bajaran cemed û qerm çêbibe. Divê welatî ji bo rewşên neyênî baldar bin.