Ji meteorolojiyê bo Başûrê Rojhilat hişyariya bayê gur

Diyarbakir
Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê bo Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya bayê gur da.
Li gorî daxuyaniya Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê, îro ji nîvro û pê va bayê gur dê rabe û her wiha dê sibê heya nîvê şevê li ser asta herêmê bidome. Her wiha tê texmînkirin ba dê ji aliyên bakur û rojava were û dê carinan jî gur be.
Welatî divê li hemberî rewşên neyînî yên wekî astengiyên di veguhestinê da, firîna baniyan, welgerîna dar û dîregan û rabûna xwelî û xubarê baldar û bi tedbîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.