Li Batmanê heywandar di kelekela havînê da bi ava sarincan heywanên xwe av didin

Batman
Li gundê Kirkatê ya li ser Kercosa navçeya Batmanê heywandar di mehên havînê yên ku hişkayî çêdibe da bi ava sarincan ên di binê erdê da yên ku ava baran û berfê lê kom dibe va heywanên xwe av didin.
Li gundê Kirkatê ji ber ku berê tengasiya avê çêbûye, ji bo her malekê sarincên avê yên di binê erdê da ava baran û berfê lê kom dibe hatine çêkirin.
Hosteyan li cihên cuda yên gund qasî 30 sarincên ku firehî û kûrahiya wan cuda ne çêkirine û ew zivistanê û biharê tijî av dibin.
Heywandar bi satilan jê avê dikşînin û didin heywanên xwe.
Beşîr Demirê li gund heywandariyê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew xwedî 60 heywanan e û wiha axivî: "Malbata me 5 nifş nêzîkî 300 salan e van bîran bi kar tîne. Havînê bîrek têra her malekê nake, ji ber vê her mal xwedî du û heta wisa ku xwedî sê bîran e."
Ferhan Demirê 80 salî jî got wan çêkirina sarincan ji mezinên xwe dîtine û ew jî vê kevneşopiyê didomînin.
Suleyman Demirê şivantiyê dike jî got ew heywanên xwe bi vê avê va av didin.
Demir got li Batmanê germahî ji 40 pileyî derbas bûye û ew di vê germê da heywanên xwe diçêrînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.