26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Rojhilata Anadoluyê berf dibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa pir ewrayî ye û tê payîn ku berf bibare. Li gor texmînê berfê li Erzirom, Erzincan, Qers, Erdexanê heta nîvro, li Agirî û rojavayê Îdirê heta êvarê bibare.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Tunceliyê pileyek, di bin sifrê da li Erzincanê 2, li Agiriyê 6, li Erziromê 7, Erdexan 9, li Îdirê 10 û li Qersê 11 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nav rojê germ wê li Erzincanê 3, li Tunceliyê 2, li Agiriyê pileyek, li Erziromê sifir, di bin sifrê da li Erdexanê pileyek, li Îdirê 2, li Qersê 4 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Agiriyê 70, li Erziromê 30, li Tuncelî û Erdexanê 22, li Qersê 23, li Erzincanê 8 û li Îdirê 17 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo rêgirtin, bager, qerm û cemedê hişyarî da.