Tirkiye

Li Rojhilatê barîna berfê dê dewam bike

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Erzirom, Qers, Agirî û Erzinganê şilope û berf dê bibare

Önder Beyter  | 26.03.2019 - Rojanekırın : 27.03.2019
Li Rojhilatê barîna berfê dê dewam bike

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Erzirom, Qers, Agirî û Erzinganê şilope û berf dê bibare.

Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, li herêma ku ev qederek e berf dibare, li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û rojhilatê Erzinganê binavber şilope û berf dê bibare.

Tê pêşbînîkirin ku li Îdirê baran û şilope dê bibare. Li herêmê li parêzgehên navborî yên mayîn jî şilope û berf dê bibare.

Bi şev germahiya herî nizim li Îdirê 4, li Erzinganê 1, di bin sifirê da li Erziromê 2, li Agiriyê 4, li Erdexanê 5 û li Qersê jî 6 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Îdirê 13, li Erzinganê 8, li Erzirom û Erdexanê 5, li Qersê 3 û li Agiriyê jî 2 pile be.

Rayedaran herwiha ew hişyarî jî anîn ziman ku divê welatî, ajokar û rayedar li hemberî xetereyên muhtemel ên ji ber bayê bihêz baldar û bi tevdîr bin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.