Abdullah Tel
17 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
BITLÎS
Li Bidlîsê hin koçer di mehên biharê da diçin û ser berfa Çiyayê Nemrûdê bi kayê digirin, di mehên havînê da jî dema hewcedarî bi avê çêdibe wê berfê derdixin, dihelînin û wê avê didin heywanên xwe.

Li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê koçer di demên curbecur da her carê konên xwe li warekî datînin. Lê ji bo pirsgirêka avê ya didin heywanên xwe hel bikin jî rêbazên ji bav û kalên xwe hîn bûne didomînin.

Koçerên ku di mehên havînê da heywanên xwe berî pala Çiyayê Nemrûdê dane ji bo pirsgirêka avê jî tewdîrên xwe ji mehên biharê va hildane.
Ser berfa li palê Çiyayê Nemrûdê di mehên biharê da bi kayê tê girtin û mehên havînê dema ku av be jî wê berfê derdixin, dihelînin û wê avê didin heywanên xwe û hewcedariyên pê hel dikin.

Koçer wê berfê li palê çiya dihelînin û ava wê jî bi xortoman berî hewzên ku ji kon çêkirine didin.
Ji Batmanê niha 14 malbatên koçer hatine û konên xwe li pala Çiyayê Nemrûdê vegirtine û pirsgirêka xwe ya avê jî bi vê rêbazê çareser kirine.

Ji koçeran Fehîm Tan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi qasî 15 salan e mehên havînê li zozan û pala Çiyayê Nemrûdê derbas dikin û zivistanê jî vedigerin Batmanê.
Tan qala jiyana xwe ya koçeriyê kir û got ku karê wan gelek zehmet e û wiha pê da çû: "Batman havînê germ e û em jî zivistanê diçin wê derê lê havînê li vir in. Koçerî ji bav û kalên me maye û em dev jê bernadin. Em ji heywandariyê hez dikin û divê heywanên me hebin."

- "Bi qasî 10 sal e ku em vê rêbazê bi kar tînin"

Tan got ku wan konên xwe li palên çiya vegirtine û devera heywanên xwe lê diçêrînin bi qasî 3 kîlometre dûr e û li zozan ji bo wan pirsgirêka herî mezin av e û wiha pê da çû: "Lê em ji bo vê jî rêbazaka ku ji bav û kalên xwe hîn bûne didomînin. Demên berê me ser berfê cil û bergan digirt lê berf zû diheliya û diqediya û rûspiyên me ji me ra gotin ser berfê bi kayê bigirin me jî mîna wan kir. Me ser girt û bû. Em biharê kayê tînin zozanan û ser berfê digirin hewa çiqas germ dibe bila be berf nahele û heta ku em serê venekin mîna xwe ye."