Fatih Gazioğlu
17 Tebax 2018•Rojanekirin: 17 Tebax 2018
ŞANLIURFA
Li Bozovaya navçeya Şanliurfayê Qaymeqamtiyê ji bo kesekî feqîr xanî çêkir.
Qaymeqamtiyê agahî hilda ku welatiyekî bi navê Muslum Demir li taxa Turkmenorenê di odeyeke piçûk da ku ji bavê wî maye dijî. Piştê lêkolînê biryar hat dayîn ku ji bo welatiyê desteng xaniyek bê avakirin.
Di demeke kurt da xanî hat avakirin û teslîmî malbata Muslum Demir kirin.
Wekîlê Serokê Şaredariyê û Qaymeqam Zekeriya Goker malbata Demir ziyaret kir û ji wan re got li ser xêrê be. Muslum Demir kî diyar kir ku ji ber malê pir kêfxweş bûne û got mala we ava be û ji ber xebatên wan sipasiya Goker û hevalên wî kir.