Abdullah Tel
18 Tebax 2018•Rojanekirin: 23 Tebax 2018
KARS
Qazên Qersê yên ku bi taybetî jî mehên zivistanê sifreyan şên dikin di rojên germ ên havînê da di Gola Çildirê da hênik dibin.
Li Tirkiyeyê dema ku qala qazan bê kirin bajarê ewil tê bîra mirov Qers e û xwedîkirina qazan li bajêr ji bo hin kes û malbatan wek kar û rêya debarê ye.

Seranserê havînê bi çavdêriya qazvanan qaz li çêregehan digerin. Piştî ku qazan têr xwarin qazvan ji bo ku qaz xwe hênik bibin dibin ber Gola Çildirê ya di mehên zivistanê da qeşa digire.
Cantaş Uzunçayirê 40 salî ku qazan xwedî dike qazên ku li çêregeha keviya golê xwê têr dikin dibe berî Gola Çildirê dide.

Uzunçayir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew qazên xwe baş xwedî dikin û wiha pê da çû: "Niha 800 qazên me hene û em serê sibê lext didin wan û paşê jî tînin qeraxê Gola Çildirê. Qaz li vê derê di nav hêşînayiyê da xwe têr dikin û berî avê didin. Em paşê wan dibin malê û careke din lext didin wan.
Di berdewamiya axaftina xwe da Uzunçayir got ku tevlî qazan ew jî dikevin ava Gola Çildirê û xwe tê da hênik dikin.
Qazvan Havîn Uzunçayirê jî got ku ew tevlî bavê xwe tê pêşiya qazan û ew ji qazan pir hez dike.
- Xwedîkirina qazan zehmet e
Ji şêniyên gundê Dogruyolê Asim Ozturkê ku qazan xwedî dike jî destnîşan kir ku li Qersê xwedîkirina qazan êdî di nav gel da êdî bûye wek çandekê û wiha pê da çû: "Qazên ku ji dervayê bajêr tînin Qersê nexweşiyê berî qazên vê derê didin. Ji ber wê nexweşiyê jî hin qaz hişk dibin. Ev jî ji bo kesên ku qazan xwedî dikin pirsgirêk e."
Ozturk got ku xwedîkirina qazan karekî pir zehmet e û divê mirov mîna ku sebiyekî xweyî dike li qazan mêze ke û bi wî awayî xwedî bike.