Navenda parêzgehên Erzirom û Erdexanê û cihên bilind ên Qersê bi berfê spî bûn

Erzurum
Li navenda parêzgehên Erzirom û Erdexanê û her wiha li cihên bilind ên Qersê berf dibare.
Li Erziromê barîna şilopeyê ya ku bi şev dest pê kir, ber destê sibehê vegerand berfê.
bi barîna berfê ra navenda bajêr spîçîl bû.
Li bajêr her wisa bager jî rabû û lewma welatî bi zehmetî meşiyan.
Ekîbên şaredariyê li ser kuçe û peyarêyan dest bi xebatên verotin û avêtina berfê kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî barîna berfê û serma bi bandor e.
Li navenda bajêr berfa ku serê sibehê dest pê kir, di kurtedemekê da her der çîl û spî kir.
Li cihên bilind ên bajêr barîna berfê dem demî vedigerîne bagerê.
Ekîbên rêbejayê li hin cihan xebata avêtina berfê meşandin.
- Qers
LI Qersê jî berf li cihên bilind dibare.
Li bajêr barana ku bi şev dest pê kir, li cihên bilind vegerand berfê. Bi barîna berfê ra gundê Borlukê yê li ser navendê bi berfê spîçîl bû.
Hin şêniyên gund pezê xwe li ser dirûngeyê alif kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.