Li ser rêya Qers û Îdirê ji ber berf, bager û mijê di hatin û çûyînê da zehmetî çêdibe

Kars
Li ser rêya Qers û Îdirê ji ber berf, bager, mij û dûmanê di hatin û çûyînê da zehmetî çêdibe.
Li Qersê serê sibê baran barî û piştî nîvro jî berfê dest pê kir.
Li navçeya Sariqamîşê welatiyan berfa li ber malên xwe û ya li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Emrah Demir got ew hêvî dike îsal berf zêde bibare.
Li ser rêya Qers û Îdirê jî ji ber berf, bager, mij û dûmanê hatin û çûyîn bi zehmetî çêdibe.
Polês hişyariyê didin şofêran ku ew bi baldarî wesayîtên xwe bajon.
Ekîb ji bo paqijkirina berfê dixebitin.
Hin wesayît ji ber rewşa hewayê di rê da man.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.