08 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 21 pileyî va li Erdexan û Qersê hat pîvan.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewrayî be, li derdora Erzincanê wê şilope û berf bibare. Bi şev jî berfê bibare û dibe ku cemed çêbibe, mij û dûman were.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erzincanê 3 pile, li Erdexan û Qersê di binê sifirê da 21, li Agiriyê di binê sifirê da 14, li Îdirê di binê sifirê da 12, li Erziromê di binê sifirê da 4 û li Tunceliyê di binê sifirê da 5 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Ezirganê 7, li Tuncelî û Erziromê 3, li Erdexanê di binê sifirê da 7, li Agirî û Qersê di binê sifirê da 3 be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 51, li Erziromê 25, li Qersê û Erdexanê 18, li Îdirê 10, li Tunceliyê 12 santêm hat pîvan.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bira bêyî tevdîr denekevin rê, lewra dibe ku cemed çêbe û mij bikeve.