20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya germ a herî kêm li Agiriyê di bin sifrê da 34 pile hat pîvan
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa kêmewr û sayî ye, li Erzirom, Qers, Erdexan û der û dora wê jî li gor texmînê bi şev berfê bibare.
Li herêmê hewaya germ a herî kêm li Agiriyê di bin sifrê da 34 pile, li Erzirom û Erdexanê di bin sifrê da 26 pile, li Qersê di bin sifrê da 29 pile, li Îdirê di bin sifrê da 19 pile û li Erzincanê di bin sifrê da 18 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nav rojê germ wê di bin sifrê da li Îdirê 5, li Erzincanê 6, li Erdexanê 16, li Agiriyê 19, li Qersê 14 û li Erziromê 15 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 56, li Erziromê 30, li Qersê 12, li Îdirê 10 û li Erdexanê 20 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo qerm, cemed, mij û moranê hişyarî da şofêr û welatiyan.