18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê de 20 pileyî va li Erdexanê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, tê texmîkirin ku li tevahiya herêmê hewayê ewrsayî û ewrawî be. Dibe ku serê sibê û bi şev cemed û qerm bikeve, cî bi cî wê mij û dûman çêbe.
Li herêmê germa hewayê di bin sifirê de herî kêm li Erdexanê 20, li Qersê 19, li Agiriyê 13, li Erzirom û Îdirê 11, li Ezircanê 6 û Tunceliyê 4 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germa herî zêde li Tunceliyê 7, di bin sifrê da li Erziromê 3, li Îdir, Qers û Ezircanê 5, li Agiriyê 6, li Erdexanê jî 8 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 47, li Erziromê 28, li Erdexan û Qersê 15, li Îdirê 7 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo qerm, cemed, mij û dûmanê hişyarî da.