Li Trabzonê malbatek ji bo ji qîza xwe ya 2 salî ra pêşerojeke baş amade bike, ji hev ra dibêjin "em dest û piyên hev" in.
Hikmet û Melîh Polat di sala 2010an da di bernameyeke muzîkê da hev nas kirin. Melîh û Hikmet piştî 20 rojan ji ber ku malbatên wan qebûl nakin, direvin û dizewicin. Melîh ji bûyînê da astegdar e, Hikmet jî ji ber tenduristiyê di zarokatiyê da lingên wî bi emeliyetê tên jêkirin.
Melîh û Hikmet digel tunebûna dinyayê ji hev ra dibin destek. Niha jî ji bo ji qîza xwe ya 2 salî ra pêşerojeke baş amade bikin, ji hev ra di bêjin "em dest û piyên hev" in.
Hikmet Polat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got 2 sal berê keçeke me ya bi navê Nîsayê çêbû û wiha dewam kir: "Hesta bavtî û dêtiyê hesteke cuda ye. Em him kêfxweş bûn, him jî ditirsiyan. Dest û milên jina min tunene, yên min jî lingên min tunene."
- "Tenê dixwazim keça min di şert û mercên baş da mezin bibe"
Polat diyar kir bi hev ra hewl didin û wiha xeberda: "Heta ji destê me tê em ji hev ra dibin alîkar. Em dibêjin 'em dest û piyên hev in.' Şert û mercên zor hene, lê em tim li ber xwe didin. Tenê dixwazim keça min di nav şert û mercên baş da mezin bibe."
Polat destnîşan kir ku derdor jî ji me ra dibin alîkar û wiha xeberda: "Ji destpêka zewacê heta niha welatiyên derdora me jî alîkariya me dikin."
Melîh Polatê jî diyar kir ku bi çi kul û derdî li qîza xwe dinihêre û wiha got: "Ez bi tena serê xwe nikarim lê binihêrim. Nexweş bikeve nikarim bi tenê bibim. Divê tim kesek li cem me be. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin. Divê kesek li keça me binihêre."