Malbata ji Sûriyeyê ya ku ji ber şer xwe sipart Tirkiyeyê, ji bo derbasî Iraqê bibe, li ber Deriyê Sînor ê Xaburê disekine.
Soze Îbrahîma ji Sûriyeyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku dixwazin herin cem xizmên xwe yên li Iraqê û got ji ber ku destûrê nadin, li ber deriyê sînor disekinin û wiha dewam kir: "Nanê me tuneye em bidin zarokan. Tazî ne û hemû nexweş in. Heger destûrê bidin em ê derbas bibin. Em şerpeze bûn."
- "Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin"
Salah Hesen jî destnîşan kir ku 15 roj in li ber sînor in û wiha got: "Em dixwazin ji Tirkiyeyê derbasî Iraqê bibin. Em mexdûr in. Mala me xera bûye. Pereyê me tuneye û em nikarin zikê xwe têr bikin. Bila pêşmerge derî li me vekin. Qet nebe bira bihêlin ku zarokên me derbas bibin."
Zeyneb Gulaxanê jî destnîşan kir ku 15 roj in li ber deriyê sînor radizên û got ku zarokên me nexweş in.
Ruvan Hamodeya 70 salî jî diyar kir ku şîvar û şerpeze ne.
Mihemed Monnan jî destnîşan kir ku tevî diya xwe û keça xwe li ber sînor e û wiha got: "Ne em dikarin derbas bibin û ne jî dikarin vegerin ciyê xwe yê berê. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin."