Tirkiye

Serokomar Erdogan: "(Îsraîl-Filistîn) Em niha em ji bo bihevguherendina dîlan di nava hewldanekê da ne"

Mehmet Tosun  | 24.04.2024 - Rojanekırın : 26.04.2024
Serokomar Erdogan: "(Îsraîl-Filistîn) Em niha em ji bo bihevguherendina dîlan di nava hewldanekê da ne"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan balê kişand ser hewldanên ji bo bihevguherandina dîlan ya di navbera Îsraîl û Filistînê da û wiha got, "Niha em ji bo bihevguherendina dîlan di nava hewldanekê da ne û em hêvî dikim ku di vê mijarê da bi ser bikevin."

Erdogan û Serokomarê Komara Federal ya Almanyayê Frank-Walter Steînmeîer piştî hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş li darxistin.

Serokomar Erdogan balê kişand ser ticareta di navbera Tirkiye û Almanyayê da û wiha got, "Em dixwazin hecma ticareta xwe ya dualî ku bi qasî 50 milyar dolarî ye bi hevsengî derxin 60 milyar dolarî. Em dixwazin sînordarkirinên di warê pîşesaziya parastinê da ku em pê ra rû bi rû dimînin êdî bi temamî ji rojeva xwe derxin. Tirkiye û Almanya bi taybetî ne tenê astengiyên di warê parastinê da em hêvî dikin ku ji niha pê va li ser projeyên hilberînên yên hevbeş jî biaxivin."

Erdogan got ku me di civînê da destnîşan kir ku di mijara têkoşîna dijî terorê da em ji meqamên Alman alîkarî û hevkariyeke zêde hêvî dikin.

Serokomar Erdogan diyar kir Netanyahu ji bo emrê xwe yê siyasî dirêj bike welatiyên xwe jî di navê da ewlehiya hemû herêmê dike talûkeyê û wiha dewam kir, "Divê prîmê nedin hewldanên rêvebiriya Îsraîlê ku dixwaze sûcên dijî mirovahiyê û qetlîamên xwe yên li Xezeyê ji rojevê derxe. (Xeze) Ji bo agirbest çêbe û ji bo ku ji gelê Filistînê ra têra xwe alîkariya însanî here em ê hewldanên xwe hê zêdetir bidomînin."

Erdogan destnîşan kir bi Îsraîlê ra êdî têkiliyên ticarî yên zêde nameşînin û wiha got, "Ew mesele qediya. Di demeke nêzîk da Wezîrê Karên Derva ev eşkere kir."

Serokomar Erdogan balê kişand ser hewldanên ji bo bihevguherandina dîlan ya di navbera Îsraîl û Filistînê da û wiha got, "Niha em ji bo bihevguherendina dîlan di nava hewldanekê da ne û em hêvî dikim ku di vê mijarê da bi ser bikevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın