Abdullah Özkul
20 Gulan 2026•Rojanekirin: 20 Gulan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi telefonê axivî.
Li gor parvekirina ji ser hesabê NSosyalê ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Di axaftinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Amerîkayê û mijarên herêmî û kurewî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku di pêvajoya pevçûnê ya li herêmê da dirêjkirina biryara agirbestê wekî geşedaneke erênî dibîne, bawer dike ku di mijarên bi îxtilaf da çareseriyeke maqûl mimkûn e, piştgiriya ji bo teşebûsên erênî yên tên dayîn dê dewam bike.
Serokomar Erdogan da zanîn ku li Sûriyeyê bi cî bûna atmosfera îstiqrarê ji bo hemû herêmê destkeftineke mezin e, piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê dê bênavber dewam bike, divê pêşî li ber xirabûna rewşa li Libnanê bê girtin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir ku amadehiyên Lûtkeya Enqereyê ya NATOyê dewam dikin û da zanîn ku ji bo ku Lûtke ji her aliyê va serkeftî derbas bibe gelekî hewl tê dayîn.
Serokomar Erdogan ji ber êrîşa menfur a ku pêr dijî mizgefteke li San Dîegoya bajarê Amerîkayê hat kirin sersaxî da Serokê Ameîrkayê Trump û got ku Tirkiye dijî kîjan koma dînê dibe bila bibe dijî hemû sûcên nefreyê yên bî vî awayî ye.
Trump: "Me bi Serokomar Erdogan ra bi telefonê axaftineke gelekî baş kir. Di navbera me da têkiliyeke gelekî baş heye"
Ji aliyeki din, Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê axaftina bi telefonê ya bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra got ku “Me bi Serokomar Erdogan ra bi telefonê axaftineke gelekî baş kir. Di navbera me da têkiliyeke gelekî baş heye.”
Trump piştî merasima mezuniyeta eskerî ya ku li eyaleta Connectîcutê beşdar bûyê dema vedigeriya Washingtonê li Balafirgeha Joint Base Andrewsê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serokê Amerîkayê Trump li ser pirsa der barê axaftina bi telefonê ya bi Serokomar Erdogan ra got ku "Me bi Serokomar Erdogan ra bi telefonê axaftineke gelekî baş kir. Di navbera me da têkiliyeke gelekî baş heye. Ew kesekî hêzdar e lê têkiliyeke min a bi wî ra ya wisa heye ku kesekî din xwediyê wê nîne."
Trump têkiliya dualî ya di navbera xwe û Serokomar Erdogan da destnîşan kir û got ku "Bi ya min ew bû mitefîqekî gelekî baş. Dibe ku şika hin kesan ji vê hebe lê bû mitefîqeke nuwaze û gelê wî hember wî rêz digire."