Li paytextê di daîreya apartmanê da teqîn çêbû û kesek birîndar bû
Ankara
Li Mamaka navçeya Enqereyê di daîreya apartmanê da teqîn çêbû û kesek birîndar bû.
Li Taxa Mutluyê di daîreya qata 3yem a apartmaneke li ser Kolana Mutluyê da ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, teqîn çêbû.
Piştî teqînê di daîreyê da şewat derket.
Li ser îxbarê, ekîbên tenduristî, polês, îtfaiye û fîrmaya xaza siruştî hatin sewqkirin.
Ji ber teqînê L.Uyê (50) di daîreyê da dijî birînar bû. L.U. piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê, bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat sewqkirin. Şêniyên avahiyê jî ji ber ewlehiyê hatin texliyekirin.
Şewat bi xebata ekîbên îtfaiyeyê hat temirandin, sedema teqîna ku xesar gihand daîreyê, tê vekolîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
