Tirkiye

Li Qersê bi vekişîna ava bendavê ra gund derket ser rûyê erdê

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci  | 23.11.2025 - Rojanekırın : 23.11.2025
Li Qersê bi vekişîna ava bendavê ra gund derket ser rûyê erdê

Kars

 Li Sarîqamişa navçeya Qersê bi kêmbûna ava Bendava HESê ya Karakurtê va xaniyên gundan ên ku berê di binê avê da mabûn û avahiyên dîrokî, cardin derketin ser rûyê erdê.

Bendava HESê ya Karakurtê 28 kîlomêtre dûrî navçeyê ye û bi destê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) hatiye çêkirin û di 8ê Sibata 2020î da dest pê kirin û av berdanê. Piştî ku av berdan bendavê, gund bi temamî di binê avê da ma.

Piştî ku qismekî devê bendavê hat vekirin û ava bendavê kêm bû, xaniyên gund, mizgeft û hin avahiyên dîrokî derketin ser rûyê erdê.

Bi kêmbûna avê ra piştî ku xirabeyên gundê berê, mizgeft û dêr derketin ser rûyê erdê, bala ziyaretvanan jî dikişînin.

Xirabeyên gundê ku dikeve ser rêya Qers-Erziromê, bi dronê hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.