2015 ж. 13 желтоқсан•Rojanekirin: 2015 ж. 14 желтоқсан
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji ber operasyonên dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê dihatin lidarxistin qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û ew qedexeya li ser 4 taxan hat rakirin lê koçkirina malbatên şêniyên wan taxan dewam dike.
Qedexeya derketina derve ya ku li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehirê bi armanca rakirina barîkatên terorîstan danîbû û girtina hendekên kola bûn hatibû îlankirin bi dawî bû û şêniyên li van deran ji ber talûkeya dewam dike koçî taxên din û derveyê navçeyê dikin.
Niştecihên taxê bi ereboka destan ve qir, qaf, cih û nivînên xwe ji malê derdixin û tînin li kamyonetên ser kolanê li benda wan disekinin bar dikin. Hin kesên ku ji vê derê vediqetin diçin taxên din ên navçeyê ku talûke lê hindik e û hin ji wan jî berê xwe didin bajarên wek Stenbol, Îzmir, Mêrsîn, Gazîenteb û Edeneyê.
N.Aya ku ji 10 salî zêdetir e li Taxa Firatê rûdinê diyar kir ku ji ber şer û pevçûnê mecbûr man ji taxê derbikevin û wiha pê de çû: "Bombeya ku di hendeka kuçeya mala me lê ye de hatibû veşartin hat teqandin. Mala me ji serî heya binî zirar dît. Hemd ji Xwedê re beriya teqînê em çûbûn bal mala xizmekî xwe yê din. Em niha ji mecbûrî mala xwe vala dikin. Kurekî min li Stenbolê dixebite eşyayên xwe yên mayî jî me hilda û emê herin li ba wî bi cih bibin."
Qedexeya derketina derve di 6ê kanûnê roja yekşemê de li 4 taxên Nisêbînê hatibû îlankirin û 9ê kanûnê roja çarşemê jî qedexe hat rakirin.