Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 3 hezar û 882 êzdî di konbajan de dimînin û ev êzdî ji ber ku di sersala nû de ji welatê xwe dûr in, xemgîn in.
Piraniya wan zarok 3 hezar û 882 êzdî piştî ku ji ber êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê ji herêma Şingalê revîn û xwe siparin Tirkiyeyê, ji 11ê sermaweza 2014an û vir ve di Konbajara Nisêbînê de dimînin.
Êzdî li vê derê bi alîkariya ku dewlet dide wan ve jiyana xwe didomînin.
Êzdiyên li vê derê gotin ji ber ku ew ji welatên xwe dûr in, nikarin çalakiyên xwe yên sersalê li dar bixin.
Ji êzdiyan Sadun Huseyîn got ku ew wek êzdiyên li Tirkiyeyê dixwazin herin Ewropayê û sedsala nû pîroz kir.
Huseyîn got ku ew ji bo xizmeta ku Tirkiye ji wan re dike sipasdar in û Tirkiyeyê ji bilî wargeh û xizmeta tenduristiyê ji bo perwerdeya zarokên wan jî derfet da wan.
Waliyê Mêrdînê Mustafa Taşkesen hat Konbajarê Nisêbînê û bû mêvanê malbatekê, pêlîstok li zarokên êzdiyan belav kir.
Walî Taşkesen dem bi dem bi êzdiyan re bi kurdî axivî û der heqê çanda wan de agahî hilda. Taşkesen got ku ew jî wek êzdiyan dixwaze ku di sala nû de şer û pevçûn biqedin û mirov vegerin li ser axa xwe.
Taşkesen wiha axivî:
"Di vê sersalê de bû nesîb ku em demê bi hevalên xwe û cînarên xwe yên êzdî re derbas bikin. Ez sala nû de dixwazim ku ew vegerin welatê xwe û di nav aramiyê de bijîn. 9 hezar û 788 êzdiyên cînarê me hatin Mêrdînê. Vê gavê li bajêr hejmara êzdiyan 7 hezar û 288 e. 3 hezar û 882 kes di vê kampê de dimînin. Ji ber ku em her tim bi mirovên vê derê re eleqedar in, çend hevok bin jî em bi wan re dikarin bi kurdî biaxivin. Mêvanên me yên êzdî bi zimanê vê herêmê diaxivin. Ji ber vê çendê li vê derê tengasiya ziman nakişînin û dikarin bi gelek kesan re xeberdin. Em jî dikarin bi çend hevokan ve biaxivin."