HANAU
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fikrî Işik diyar kir ku Tirkiyeyê di sala 2013an de 3 milyar û nîv dolar alîkarî îxrac kir û wiha dewam kir:
"Ez bangî kesên ku îro ji ber Kobaniyê Tirkiyeyê rexne dikin, dikim. Mesrefê penaberên ku ji Sûriye û Iraqê hatin Tirkiyeyê dora 4 milyar dolarî ye. Lê belê alîkariya YE, Ewropa û hemû saziyên alîkariyê li ser hev nake 200 milyon dolar."