Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya li Letonya û Estonyayê li paytext Rîgayê dest bi pêwendiyên xwe yên fermî kir.
Serokomarê Letonyayê Andrîs Berzîns û xanima xwe Dace Seîsuma bi merasimekê pêşwaziya Erdogan û Emîne Erdoganê kirin.
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Volkan Bozkir, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk jî beşdarî merasimê bûn.
Piştî hevdîtinan wê Erdogan û Berzîns daxuyaniya hevbeş bidin.