İbrahim Atmaca
06 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2019
Li Milazgira navçeya Mûşê cotkaran dest bi rakirina silqan kir.
Ji hilberînerên silqan Şener Kaplan diyar kir, ji ber ku îsal li navçeyê baran kêm barî xêr û bereket kêm e.
Kaplan diyar kir, cotkaran saleke dijwar derbas kir û heman rewş hat serê hilberînerên silqan jî.
Kaplan got ku wan di ser zeviyan da dest bi rakirina silqan kir û daxuyand ku xêr bereket mîna salên borî îsal nîvenîv kêm bû.
Şefê Navenda Kirînê ya Silqan a Milazgirê Abdulvahap Gore jî got ku ew ê li navçeyê 65 hezar ton silq hildin û bişînin Fabirqeya Şekir a Agiriyê.