Li Milazgirê hilberînerên silqan hatin cem hev
Muş
Li Milazgira navçeya Mûşê hilberînerên silqan di bernameyekê da hatin cem hev.
Di bernameya Serokatiya Odeya Ziraetê da ya li cihê komkirina silqan hat lidarxistin, mijarên berhemdariya hilberîna silqan a sala 2025an, plansaziya kotayê û dayîna piştgiriyê hatin gotûbêjkirin.
Kurşat Erdoganê Midûrê Fabrîqeya Şekir a Agiriyê û Tahsin Kiliçê Serokê Odeya Ziraetê ya Milazgirê der heqê wergirtina silqên sezona nû da agahî dan hilberîneran.
Başkan Kiliç di axaftina xwe da bal kişand ku ew timî li cem hilberîneran in û wiha dewam kir:
"Keda hilberîberên me ji bo me pir giring e. Hilberîna silqan di pêşketina çandiniya herêma me da xwedan giringiyeke mezin e. Em bi çalakiyên bi vî rengî hem bi hilberînerên me ra tên cem hev û hem jî pirsgirêk û çareseriyên wan bi hev ra dinirxînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
