Navçeyên ku TOKÎ dê li wan 500 hezar xaniyan çêke diyar bûn
Ankara
Navçeyên li 81 parêzgehan ku dê di çarçoveya "Projeya Xaniyan a Sedsalê" da, ku mezintirîn hemleya xaniyên civakî ya dîroka Komarê ye, 500 hezar xanî li wan bên çêkirin, diyar bûn.
Xanî ewê bi destê Serokatiya Îdareya Xaniyên Komî (TOKÎ) bi awayên 2+1 û 1+1, bi avahîsaziya nizim û pabend bi rêbaza taxevaniyê bên avakirin.
Xaniyên navborî dê herî zêde li parêzgehên weke Stenbol, Enqere, Îzmir, Bursa û Konyayê bên çêkirin. Di vê aresteyê da, navçeyên ku dê li 81 parêzgehan 500 hezar xanî li wan bên avakirin jî diyar bûn.
Li bajarên ku herî zêde yekîneyên xanî lê têne plankirin, ewê xaniyên civakî li gelek navçeyan ji navendên bajêr bigire heta deverên peravê û hundir werin çêkirin. Li Stenbolê, ku di nav van bajaran de di rêza yekem da ye, dê 100 hezar xaniyên civakî li deverên ku dê li aliyên Asya û Ewropa werin destnîşankirin bên çêkirin.
Ji bo dîtina proje û hejmara xaniyên ku dê li gorî parêzgeh û navçeyan werin çêkirin, meriv dikarin serdana malpera "https://talep.toki.gov.tr/500binkonut/" bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
