Önder Beyter
17 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê li taxên çiyayî yên navçeyên Doganyol, Puturge, Kale û Battalgaziyê piştevanî dan welatiyên ku di erdhejê da malên wan rûxiyan an jî xesar dîtin.
Personelê cendirmeyê ku alîkariya xida û kincan da mexdûrên erdhejê, rûbirû bi welatiyan ra hatin cem hev û daxwaz û pirsgirêkên wan guhdarî kirin.
Astsûbayên jin di ziyaretên malan da bi kal û pîran û herwiha zarokan ra eleqedar bûn û diyarî pêşkêşî wan kirin.
Astsûbayên jin bot, lepik û mont li zarokan kirin û bi wan ra bûka berfê çêkirin.
Cendirmeyan alîkariya mexdûrên erdhejê yên di konan da jî kirin û berfa ku bi ser konan da bariye, paqij kirin.
Ekîban herwiha zincîr avêtin lastîka wesayîta ajokarekî ku ji ber berfê di rê da ma.