Önder Beyter
17 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Li Sêrtê xebatên vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê hatine girtin, bênavber dewam dikin.
Li navçeyên ku berf û bagera wê zêde ye, li Perwariyê rêyên 13, li Şêrwanê rêyên 12 û li Eruhê jî rêyên 8 gundan hatin vekirin.
Ekîbên Şeftiya Rêbejayê ya Şaxa 94an û yên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Sêrtê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Hifzullah Canpolat diyar kir ku ew li 7 herêman ligel 50 personelî xebatên paqijkirina berfê didomînin û wiha dewam kir, "Li gundên navendê û navçeyan ekîb bi 25 makîneyên kar va xebatên vekirina rêyan didomînin. Me rêyên gundên navendê û herwiha rêyên ku li navçeyên Kurtalan, Baykan û Tîlloyê hatin girtin vekirin. Herwisa xebatên vekirina rêyên mayîn jî berdewam in."