Ji ber berfa ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê dibare, li Erzirom, Bedlîs, Wan, Mûş, İdir û Qersê rêyên hezar û 94 gûnd û taxan hat girtin.
Piştî barîna berfê li kolan, tax û rêyan cemet çêbû. Li ser banan şepe çêbû, depoyên mazotê yên wesayîtan cemed girt.
Li herêmê ev hefteyeke berf dibare. Ji ber Berfê li Erziromê rêyên 950, li Wanê jî rêyên 52 taxan hat girtin. Li Bidlîsê 60 , li Mûşê 15, li Qersê 15 û li İdîrê jî rêya 2 gûndan ji ber berfê hat girit.
Tîmên şaredariya Erziromê ji bo rêyan vekin, li 53 cihan bi nêzî 300 xebatkarên xwe, bênavber dixebitin.
Tîmên şaredariya Wanê û xebatkarên bajarên dinê jî li herêmên ku berf sekinî ji bo rê vekin xebatên xwe didomîn in.