Bilal Güler,Büşra Selvi Öğütcen
11 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2023
Li paytextê Efxanistanê Kabulê li ber Wezareta Karên Derva teqîneke qewî çêbû.
Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Kabulê ya rêveberiya Talibanê Xalid Zadran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku li nêzîkî Wezareta Karên Derva teqîn çêbû.
Zadran diyar kir, di teqînê da kuştî hene û her wiha hêzên ewlekariyê bo ciyê teqînê hatin sewqkirin.
Hêzên Talibanê kuçeyên derdikevin wezaretê ji trafîqê ra girtin û li dewrûberê tedbîrên ewlekariyê yên berfireh wergirtin.
Şahidên bûyerê destnîşan kirin, di teqînê da kuştî hene.
Ji aliyekî din va hat diyarkirin, kuçeya Nexweşaneya Emergencey ya li Kabulê ji trafîqê ra hat girtin û birîndar tên sewqkirin.