Orhan Yoldaş
04 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2026
Li baskîla navçeya Elezîzê di sat 20.27an da bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê navend Baskîla navçeya Elezîzê bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 0,85 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Waliyê Meletiyê Saddar Yavuz di daxuyaniya xwe ya ji ser platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye da got ku "Ez ji ber erdheja li li Baskîla Elezîzê çêbû û li bajarê me jî hat hîskirin dibêjim ku derbasî be. Digel ku tu rewşên neyinî nayê payîn jî ekîbên me yên AFADê ji sehayê agahî hildidin."