Necmettin Karaca
04 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2026
Li Muradiyeya navçeya Wanê, Şelaleya Muradiyeyê ku di nava cihên herî zêde tê ziyaretkirin da cih digire, di sir û sermayê da qismekî şelaleyê qerimî.
Şelale di her demsala salê da xweş dibe. Zivistanê di nava berfa spîçîl da diherike carinan jî di sir û semayê da diqerime.
Li navçeyê hewa sar e û qismekî şelale qerimî. Derdora şelaleya ku qismekê wê qerimî ye, bi dronê hat kişandin.
Ayşegul Orhana ku ji Stenbolê hat herêmê, diyar kir ku zivistanê xweşikahiya herêmê cudatir e.
Orhanê diyar kir ku ew şelaleyê pir diecibîne û wiha dewam kir, "Ez havînê jî hatibûm vê derê, lê rewşa wê ya qerimî xweşiktir dibe. Ji bo kişandina wêneyan cihekî pir xweş e. Ez pêşniyaz dikim ku her kes were dîtina vê derê."