Tirkiye bi temaya "Li Ser Vê Axê Şopa Te Heye" va li Sarîqamişê ji bo şehîdan meşiya
Kars
Li Sarîqamişa navçeya Qersê ji bo salvegera sala 111emîn a Harekata Sarîqamişê meşa bibîranînê hat kirin.
Çalakî bi temaya "Tirkiye Bi Şehîdên Xwe Ra Dimeşe" û "Li Ser Vê Axê Şopa Te Heye" hat lidarxistin, ji gelek bajarên Tirkiyeyê û ji derveyî welêt bi hezaran kes beşdar bûn.
Beşdar li Tepa Kizilçubuka navbera Soganli û Çiyayên Allahuekberê civiyan û bi alayên Tirkiyeyê va ber bi Qada Merasimê ya Bi Heyv û Stêrk va nêzî 4,5 kîlomêtre meşiyan.
Di çalakiya ku germa hewayê 17 pile ket binê sifirê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û seba şehîdan dia hatin kirin.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak, Waliyê Qersê Ziya Polat, Parlamenterê Qersê yê AK Partiyê Adem Çalkin û gelek siyasetmedar û burokrat beşdar bûn.
Meş li Qada Merasimê ya Bi Heyv û Stêrk bi dawî bû, di çalakiyê da pêşandina mehteranê, firînên paramotorê û bernameya bibîranînê hatin kirin. Di çarçoveya çalakiyê da şehîd bi rehmet hatin bibîranîn û peyamên yekîtî û bihevrabûnê hatin dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
